top of page

HENEKEN PANOS E




​HENEK'ÊN PANOSÊ

Çend roj berî niha, Ez li bajarê Wanê li sûkê dimeşîyam. Komek cîwan di ber minra derbasbûn û hîkehîka wanbû dikenîyan. Denğê cîwanekî hate min. Ji hevalên xwera got; " ji bo xwedê hun henekê Panosê nekin" Ez şûnda zivîrim û min ji wan pirsî; " Gelî cîwanan ji kerema xwera bibêjin ka hun ji kîjan bajarêne û taybetîya henekên Panosê çine? "

Ew cîwanê ku gotibu; "henekê Panosê nekin" bersiv da min, got; " Kekê, em hemû ne ji bajarekî ne lê bi zêdayî em ji Bêgirî(Muradîye)yê ne. Mesela henêkên Panosê jî eve. Çend cîwanên Panosî videoklibên heneka çêdikin. Lê mixabin ne Kurdîya wan Kurdîye nejî henekên wan henekin."

Navê wan ji minre gotin. Min li ser "YouTube" mêzekir. Ciwan mafdarbûn.

Bi Kurdîyekî dejenere videoyê komedîyê çêdikin. Naweroka gotûbêjan ji heneka zêdetir, argo û çîr'in.

Dûra min ev video seyr kirin. Henekên Panosê ên berê hatine bîramin.

Di şevbêrka da, dewetan da, civîn û sohbetan da henekên gelek giran û pêkenok dihatine kirin. Qasê ku meriv pê dikenîyan hewqasî jî bi me'ne bûn û meriv dikirine nav fikr û ramanên kûr.

 Xwedê rehmeta xwe lê bike; li gundê me apê Ubê(Ubeyd) hebû. Şevekî havînê em çend cîwan li ser rêya gund dimeşîyan û bi Tirkî diaxifîn. Dengek ji pişt me hat û got;

   " Ka binêrin li min û li van xortên Siltanmutê. Ez vî şevereşê nikarim çend gotinên Kurmancî bînime gel hev xeberbidim, lê gencê Siltanmutê vî tarîyê bi Tirkî diaxifin. Ez nizanim ji we ra aferin bibêjim an jî sed heyf"

 Ez bawerim ku we hemû şopîneran henekên gundê Tepelîyê ên eşira Merxurîyan bihîstine.

Çi henekën xweşin. Qasê ku meriv pê dikenin hewqas ji giran me'ne ne. Ji bo ku nivîs zef dirêj nebe ez qala van henekan nakim. Lê hevalên ku ev henek di bîra wan da hebin, binivîsin ezê kêfxweşbim.

Ez hêvîdarim ên ku li ser navè Panos û Panosîyan komedi, stran, helbest û hvd hünerê çêdike hem di alîyê ziman hem jî di alîyê naverok û me'na yê de xwedî hesasîyet be. Bila hûnera ku çêdikin ji bo Panos û Panosîyan bibe armanca pesn û pêşketinê. Bila nebinê sebebê şerm û pêkenandinê.

  Heta nivîsek din bimînine di xeyr û xweşîyêda.

                                   Ayhan Gül. 13.08.2024.

Yorumlar


Yayınlanan tüm yazılar izne tabidir. İzin almadan kullanılamaz. İspat  -  Patnos'un sesi soluğu  -  04ispat04@gmail.com - Pendik, İstanbul, Türkiye 34698

bottom of page