MILLETÊ PANOSÊ XAYÎ XÎRETE, YEK Jİ WAN JÎ ÇİTO BÛ
- Taner Kargı
- 7 Eki 2024
- 2 dakikada okunur

MILLETÊ PANOSÊ XAYÎ XÎRETE, YEK Jİ WAN JÎ ÇİTO BÛ
Salên pêşîya 1980'yî, ez li Trabzon'ê diçûme Ûniversîtê. Ew salana, ji bo xandevana nexweş bûn.Li hemu dibistana,kolanan şer dew hebûn. Min li Universîta Behra Reş'ta dixand.Em nikarıbûn derketina dervayî qampûsê.
Bihara 1980'î rewşa me li Ûnivetsîtê ne baş bibû.Hukimeta Enîya Milli (Milli Cephe) li ser kar bû,polês,memûr û esker destê wandabûn,dixebitîn kû me ji razanxana bavêjin,paşê jî ji Universîte.Nava Universîtê û yurda bulikek (bölük) Qomando û bulikek jî cendirme hebûn. Ji bo nîjatperestîya qomandoya,cendirma jî hinekî alîkarî me dikirin.Dev dorê razanxana xêncî alîki ,alîyê din ketibûn destê nîjadperestan da,hejmara me jî gelek kêm bi bû.Rojekî nêzîkaya esrê me dina xwe dayê nîjadperest hatine cîyê me rûniştine,ji bo mayîna meye li razanxana, xêncî şer tû rê nema.Me bi hevra mişêwre kirin,çevê nîjadperesta û qomandoya jî li ser meye.Paşîyêda me bi dar û kevirava êrişî wan kir,nîjadperesta ber xwe nedan revîn ketne mizgeftê (camii),yekî bang da kenehû yê mêj bikin.Me dîna xwe dayê cendirma êrişî nîjadperesta kirin,qomandoya jî bi efserê serê xwe va êrişî me kirin,em ber bi qampûsê û daristanê revîn.Min dît kû ez nikarim bi revê xilas bim,ez cîkî zivirîm , kenehû haja min li şer tine ,ez ji bajêr têm.Min go ez şansê xwe biceribînim,qomandok dudu ji min derbas bûn, min go gelo bûwar kirin.Wî çaxî min dît efeserê (subay) qomandoya yekî nîjadperest bû (asteğmen), evî kevirek dabû destê xwe li min da, min jî xwe diparast, gazî qomandoyîkî kir ,ewî ez girtim,evê bê bav jî li min da.Paşê yê kû mîtanî min nikaribûn birevin tev anîn ser zik dirêjî erdê kirin û qomando li ser pişta me bi postalê xwe digerîyan,paşê em kirne nizaretê, nîvê şevê em berdan. Em hatine Razanxanê ,bê hal ,peşmûrde me xwe dirêj kirîye,heval serîya li me dixin,li ser rewşê şirova dikin.Min dît, Eskerê qomandoyê xelkê Panosê hate odê cem min, hal û xatirê min pirsî.Paşê bi bêneke teng ji minra got '' Ferîdûn,ezê îşev firar bikim,ewê bê şeref, wisa li te xist min jî neqedand ez midahelê bikim, ezê îşev ewî bikûjim ,firar bikim''.İja min derdê xwe berde ez pey Çito ketim,''Çito bi kuştina wî, nîjadperest xilas bûna dibû ,eva here yekî dinê were dewsa wî, were xwe jî, min jî aciz neke''.Welhasil ez û hevalê min ,me bi hezar zehmetî Çito razî kir da sekinandin.Cito yekî esmer bû û li Panosê temîra otomobila,traxtora dikir,belkî bi eslê xwe Panosî nebû,lê xayî xîreteke mezin bû.Eva 40 salî zêdeye min universîte qedandîye,lê hê jî mîn qencî û xîreta vî cendirmê Panosê birnekirîye. Niha haya min li Çito tine, heger wefat kiribe rihmet'a Xwedê lê be, heger kû dijî , jê ra jîyaneke baş dixazim.Bimînin bi xêr û xaşîyê da

Yorumlar