ZÊMARÊ DAYİKEKÊ
- Taner Kargı
- 12 Ağu 2024
- 2 dakikada okunur
Ez ê wê carê bîranîneke xwe yê sala 1979an ji we re bibêjim.

Mala me sala 1979an da gundekî Gulpinarê bû. Axayê gund mervekî wêrek, çav vekirî, xêrxwaz bû. Yê ku derdekî wan hebûya pişya hemûşka diçû alîkariya wan dikir, heta ji dihat bi kul û derdê gundiyan re eleqeder dibû. Gundîyan hemûşkan jî pir ji hez dikirin. Kurekî wî hê ji wî wêrek û xurtir hebû. Xortekî bejin bilind, rû spî û qerqaş, çavên şîn bû. Porê wî heta ser milê wî dihat. Qelev bûna wî pir bejna wî dihat. Çar meriv dihatnê pi nikaribûn ku pişta wî erdi bixin. Navê wî Seyîtxan bû. Dilên keçên gund hemûşka ketbûne wî li ewî tu cara serê xwe bilind ne dikir wana ne dinhêrî. Çend heb jî xwişk û birayên wî yê biçûk hebûn.
Qîzeke welatê Serhedê de rind dihate naskirin jira xastin. Êdî dergistî bû. Qizeke porê wê reş û dirêj bû. Her dem kofiyeke bi zêr û zîv neqişandî dida ser serê xwe. Porê wê bin kofiyê de derdiket heta ser qalça wê dihat. Xizêma pozê wê bi zincîr daîm di reksê de bû. Dêm ê wê yê qemer rengê genim de weke hîvê bû.
Rojekî cab hate gund, gotin qaçax ketne goma axa pezên wan talan kirin. Kurê axê Seyîtxan, pêşiya hemû gundiyan hespê xwe yê boz siwar bû peyî qaçaxa ket. Wextê gihişte qaçaxa, qaçax nava zinaran pez mexel kiribûn, pezek şerjê kiribûn ser sêlê goşt di pehtin. Çend gule teqand her yekî wan ji aliyekê ve revîn. Ew tena serê xwe gihişte pez, pez top kir da pêşiya xwe berê xwe da gund.
Dema ku ser zinarekê re derbas bû qaçaxek ji binê zinarda qefa kevir de derket gulek berda wî û li eniya wî ket heta binê zinar hebû deh deqelûz avêt hate binê zinar ket, mir. Qaçax hatin girtin lê êdî dergistyê wi ma holê. Seva dergistiyê xwe şîneke mezin kir digot heta ku ez hebim êdî ez mêr nakim. Li diya xort ji dergistyê wê zidetir ji bo kûrê xwe digirya û digot. Zêmarê dayka wî sih sale hê nava gund tê gotin weke îro gotiye; hey dilorand hey wiha digot:
“Talan e hey talane
Talan ê her çar malê paşoyane.
Kes nizanê cenazê kekê Seyîtxan,
Ku derê maye, serê kîjan rêyan e.”
Bi gîrînê re dîsa digot:
“Sibeye dilê min tirsiya.
Wan cîpa daye pey texsiya.
Kes nizane cenazê kekê Seyîtxan,
Ku derê bêxayî û bêsehab maye serê rêyan.”
Îskeîsk dikir dîsa dewam dikir.
“Emê herne ser merzela, ser ziyareta
Emê bikirne gazî Xwedê, Peyxamber û milyaketa
Nebe kekê wan kulfeta,
Kulfet hûre, mane ber mineta.”
Dîsa dibijê:
“Çi tirba li wî banê
Emê Çêkin weke xanî,
Bira tê da rastbe
Milê wî şêrî, wî pehlevanî.”

Yorumlar